Berpirsê Ragihandinê yê Hizbullahê li başûrê Beyrûtê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên ewlehiyê diyar kirin ku Berpirsê Ragihandinê yê Hizbullaha Libnanî Mihemed Efîf îro 17ê Mijdarê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li başûrê Beyrûtê hat kuştin.

Li gorî medyaya erebî, avahiya Partiya Beis a Sûriyeyê li devera Ras El-Nebaa ji aliyê Îsraîlê hat bombebaran kirin û Berpirsê Ragihandinê yê Hizbullaha Libnanî Mihemed Efîf tê de hat kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand, di êrîşa Îsraîlê ya li ser avahiya Partiya Beis li devera Ras El-Nebaa de, kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Heta niha Îsraîl û Hizbullaha Libnanî bi awayekî fermî ev nûçe piştrast nekirine.