Hêmin Mîranî: Serhejmêrî bo paşeroja Herêma Kurdistanê giring e û divê welatî tevlî wê bibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe piştevaniya welatiyên Herêma Kurdistanê dike ku bi awayekî baş tevlî piroseya serhejmêriya bibin, herwesa tekezê li ser giringiya wê piroseyê ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê jî dike.
Birêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî îro (Yekşem, 17.11.2024) li ser birêveçûna piroseya serhejmêriya şêniyan konferanseke rojnamevanî lidar xist û bersiva rojnamevanan li ser wê piroseyê da.
Hêmin Mîranî got, “Divê şêniyên deverên Kurdistanî li rojên 17, 18 û 19ê ji bo pirkirina formên serhejmêriyê li malên xwe bin, ji ber ku serhejmêrî piroseyeke niştîmanî ya giring e û peywendî bi paşeroja Herêma Kurdistanê ve heye, piroseyeke siyasî nîne.”
Navbirî amaje jî da, “Piştî gelek civînên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê û Wezareta Pilandananê ya Îraqê re, karî daxwaziyên Kurdan di wê piroseyê de li ber çav bên wergirtin, serhejmêriya sala 1957ê ji bo birêveçûna wê piroseyê li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê kiriye bingeh.”
Birêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe tekez jî kir, “Ên ku kartên wan ên niştîmanî yên deverên madeya 140ê ne, pêdivî ye vebigerin cihên xwe û li wan deran xwe tomar bikin, lê eger li wan deveran cihekî wan ji bo vemanê tune be, hingê asayî ye ku xwe li wan cihan tomar bikin ên ku lê akincî bûne, bi wî şertî ku amajeyê bi wê yekê bikin ku xelkê deverên madeya 140ê ne.”
Biryar e li rojên 20 û 21ê yên vê mehê serhejmêriya giştî li Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.
Li dû pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.