Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê dike

Serok Barzanî û Qasim Fehdawî
Serok Barzanî û Qasim Fehdawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê dike.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 18.11.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê bi serokatiya Qasim Fehdawî kir.”

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan ronahî berda ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê û dawî pêşhat û guhertinan, herwesa danûstandin li ser rêyên parastina seqamgiriya Îraqê û hevahengî û karê hevpar ê navbera aliyên Îraqî jî kirin.