Qeter: Serkirdeyên Hemasê li Qeterê nînin

Alayê Qeterê
Alayê Qeterê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Qeterê wan nûçe û gotgotkan red dike yên ku behsa daxistina Nivîsîngeha Tevgera Hemasê ya Filistînî li Dewhe û cihên din ên wî welatî dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî îro (Sêşem, 19.11.2024) di konferanseke rojnamevanî de got, “Serkirdeyên Tevgera Hemasê ya Filistînî, ku di tîma danûstandinên wê tevgerê de ne, ji bo gehiştina agirbestê bi Israîlê re niha li Dewheyê nînin û di navbera çend paytextan de di peywendî û hatin û çûnên berdewam de ne.”

Macid Ensarî amaje jî da, “Nivîsîngeha Hemasê li Dewheyê pêxemetî piroseya navbeynkariyê hatiye damezrandin, lewma dema ew pirose nebe, hebûna wê nivîsîngehê jî çi erk nabin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Her dema biryara daxistina nivîsîngeha wê tevgerê li Qeterê hat dan, ji aliyê Wezareta Derve ve bi awayekî fermî û eşkere tê ragehandin.”

Çavkaniyeke diplomasî li roja Şemiyê (09.11.2024) ji ajansa France Pressê re ragehand, “Qeterê ji Hemasê re gotiye ku nivîsîngeha wê li Dewheyê êdî xizmeta armanca wê nake û pêdivî ye bê daxistin.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Qeterê xwe ji rolê navbeynkariya Hemas û Israîlê ji bo gehiştina agirbestê û azadkirina revandiyan vekêşaye.”

Wezareta Derve ya Qeterê ji aliyê xwe ve tekez kir, “Ew nûçeyên di derheqa vekêşana Qeterê ji wê navbeynkariyê de parve bûne ji rastiyê dûr in û ya ku li ser wê yekê tê gotin hûr nîne.”

Herwesa amaje da, “Dewheyê ji aliyên xwe re ragehandiye ku, eger rijdîtiya pêdivî hebe, em dest bi navbeynkariyê dikin.”

Ji aliyekî din ve kanala CNNê ya Amerîkayî ji zarê berpirsekî bilind ê Tevgera Hemasê re ragehandibû, “Hemasê ew hemî gotgotk red kirin ên behsa wê yekê dikin ku, êdî li Qeterê cihê wan nabe.”