Pêncemîn Korbenda MEPSê li Dihokê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – 5'emîn Korbenda MEPS'ê bi beşdariya bi dehan akademîsyen, rêveberên hikûmet û partiyan dest pê dike û 3 rojan dewam dike.

5emîn Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) roja Înê 22ê Mijdarê li Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Dihokê dest pê dike û heta roja Yekşemê 24ê Mijdarê berdewam dike.

Rêveberê Giştî yê MEPS2024 Dr. Hunar Îsa ji K2 re got: "Korbend bi hevkariya zanîngehên Harvard, Cambridge, Encûmena Atlantic Council, Wilton Park û Crisis Response Council (CRC) tê lidarxistin."

Dr. Hunar got jî: “Nêzî 124 akademîsyenên ji 40 welatên cuda beşdarî konferansê dibin, %73 ji wan cara yekem beşdar dibin. Di çarçoveya konferansê de, çend panel û komxebat li ser rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn dê bên lidarxistin.”

Herwiha got, bi dehan berpirsên hikûmî û partît yên ji Îraq û derveyî Îraqê û Herêma Kurdistanê jî di konferansa îsal de beşdar dibin.

Korbenda MEPSê ya par di 20-11-2023an de hat lidarxistin û sê rojan dewam kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di korbendê de hinar û hingivê Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîrê berê yê Brîtanya Boris Johnson kir.

 
Fly Erbil Advertisment