Serok Mesûd Barzanî beşdarî MEPS2024 dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî beşdarî 5emîn Korbenda Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS2024) bibe.
5emîn Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) sibe 22ê Mijdarê li Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Dihokê dest pê dike û heta roja Yekşemê 24ê Mijdarê berdewam dibe.
Li ser asta Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û çend berpirsên din ên hikûmet û partiyan beşdarî korbendê dibin.
Rêveberê Giştî yê MEPS2024 Dr. Hunar Îsa ji K2 re got: “Korbend bi hevkariya zanîngehên Harvard, Cambridge, Encûmena Atlantic Council, Wilton Park û Crisis Response Council (CRC) tê lidarxistin.”
Dr. Hunar got jî: “Nêzî 124 akademîsyenên ji 40 welatên cuda beşdarî konferansê dibin, %73 ji wan cara yekem beşdar dibin. Di çarçoveya konferansê de, çend panel û komxebat li ser rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn dê bên lidarxistin.”
Herwiha got, bi dehan berpirsên hikûmî û partît yên ji Îraq û derveyî Îraqê û Herêma Kurdistanê jî di konferansa îsal de beşdar dibin.