Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Azad Germavî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyeke tilefonî de serexweşî li Azad Germavî dike, ku dayika wî wexera dawiyê kiriye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro (Pêncşem, 21.11.2024) di peywendiyeke tilefonî de serexweşî li Azad Germavî kir û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir, ku dayika wî wexera dawiyê kiriye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa lava kir ku, Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide binemala wê.
Li beranber jî, Azad Germavî bi navê binemala xwe spasî û rêz ji bo peywendî û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.