Şandeke bilind a Îraqê gehişt Hewlêrê û sibe tevlî MEPSê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke bilind a Îraqê ku ji hejmareke siyasetmedar, endamên Civata Nûnerên Îraqê û şêwirmendên Hikûmeta Îraqê pêk tê bi merema tevlîbûna di gera pêncê ya MEPSê de gehişt Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdilhekîm Xesrew û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Pêncşem, 21.11.2024) li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya şandeke bilind a Îraqê kir.
Ew şand ji Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî û hejmareke din a endamên Civata Nûnerên Îraqê û şêwirmandên Hikûmeta Îraqê pêk tê. Biryar e ew şand sibe (În, 22.11.2024) li bajarê Dihokê tevlî korbenda MEPS2024ê bibe.
Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024)
Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn ku wekî MEPS2024 tê naskirin sibe (În, 22.11.2024) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bi tevlîbûna 124 akademîsyenan ji 40 welatên cuda cuda û hejmareke berpirsên partiyên siyasî û yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê tê destpêkirin û hemî dê li Dihokê bin. Kurdistan24 sponsoriya medyayî ji wê korbendê re dike.
Birêveberê Giştî yê Korbenda MEPS2024ê Dr. Huner Îsa ji K24ê re ragehand, “Ev korbend bi hevpariya zanîngehên Harvard, Cambridge, Atlantic Council, Welton Park û Crisis Response Councilê bi rê ve diçe.”
Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) korbendeke salane ye, ji aliyê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ve tê rêkxistin. Cara yekê li sala 2019ê hat lidarxistin, îsal jî gera pêncê ya wê korbendê bi rê ve diçe û du rojan berdewam dibe.