Tewerekî giring ê MEPS24ê rêgirtina li berfirehbûna aloziyên deverê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) tê lidarxistin, di demekê de ku dever di rewşeke giran û pirî şer û qebxwazî re derbaz dibe. Tewerekî giring ê MEPS24ê rewşa Rojhilata Navîn û rêgirtina li berfirehbûna aloziyên deverê ye.
Rewşa Rojhilata Navîn dikele û roj bi roj metirsî zêdetir dibin; şerî piraniya welatên deverê vegirtine, roj bi roj berfirehtir dibe û alî gefên tundtir li hev dikin.
Di vê dema giring û hestiyar de, Dihoka rengîn ji bo komkirina serkirdeyên bilind û biryardêrên deverê ji bo danûstandinan li ser rewşa deverê û vedîtina rêçareyan ji bo bidawîanîna girjî û aloziyan dibe sekoyek.
Îro û sibe Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) bi amadebûna zêdetirî 120 serkirde û kesatiyên deverê û yên navdewletî ji zêdetirî 40 welatên cuda cuda li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê tê lidarxistin.
Korbenda MEPSê her sal tê lidarxistin, lê tiştê ku wesa kiriye îsal ew korbend giringtir bê ber çavan rewşa pirî qebxwazî û alozî ya deverê ye, ku şerê Israîl û Xezzeyê berfirehtir bûye û niha wî şerî Libnan jî vegirtiye.
Herwesa Îran û Israîlê jî çend caran hevdî moşekbaran kiriye, vê yekê jî tirseke zêdetir xistiye nav dilê welatên deverê û metirsî heye ku Israîl wekî bersivekê ji bo komên çekdar êrîşê bike ser pêgehên wan li nav Îraqê.
Hemî van tiştan wesa kiriye ku yek ji mijarên serekî û germ ên korbenda MEPSê ya îsal rewşa deverê û xweparêzî û rêgiriya li berfirehbûna agirê wî şerî be.
Ev korbend bizavê dike ku bi rêya komkirina serkirdeyên cîhanê bibe pireke peywendiyan û danûstandin li ser rewşê bike, hizir û rêçareyên guncayî jî pêşkêşî aliyan jî bike. Ji bilî van jî, pareke din a karnameya vê korbendê girêdayî rolê welatên rojava di pirsên girêdayî Rojhilata Navîn de ye.