Parêzgerê Dihokê: Korbenda MEPSê ciwanên me ava kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (În, 22.11.2024) di çarçoveya korbenda MEPSê de li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê tevlî stûdyoya vekirî ya Kurdistan24ê bû û ragehand, “Birêveçûna gera pêncê ya MEPSê li Dihokê û amadebûna mêvanan di vê rewşa nebinecih û şer û aloziyên deverê de wesa dike ku, niha hemî çav li ser bajarê me bin.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter amaje jî da, “Birêveçûna korbenda MEPSê li Dihokê bandoreke erênî li ser ciwanên bajarê me hebûye û wesa kiriye ku, bi awayekî baştir û bileztir ji gelek aliyan ve ava bibin, xasma jî xwendekarên zanîngeh û peymangehan.”
Parêzgerê Dihokê ron jî kir, “Birêveçûna wê korbendê peywendiyên wê zanîngehê bi zanîngehên din ên Rojhilata Navîn û cîhanê re ber bi pêş ve birine. Her ji ber vê yekê jî, her sal gelek xwendekar ji bo xwandina master û PhDyê li wan zanîngehan dixîwînin.”