Mesrûr Barzanî li MEPSê: Em piştevaniya weberhênerên biyanî dikin ku li Herêma Kurdistanê weberhênanê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya hevdîtineke taybet de li roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li bajarê Duhokê amaje da, “Em piştevaniya hemî weberhênerên biyanî dikin ku li Herêma Kurdistanê weberhênanê bikin, di dema borî de jî gelek welatan rêjeya weberhênana xwe li Herêma Kurdistanê zêde kiriye.”