Çalakiyên şermezarkirina danîna qeyûman berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakiyên şermezarkirina danîna qeyûman li ser şaredariya Dêrsimê û Pilûrê berdewam in. CHP dibêje, danîna qeyûman bêdadî û binpêkirina îradeya gel e. 

Şaredarên Dêrsim û navçeya Pilûrê ya Dêrsimê ji hêla Wezareta Navxweya Tirkiyê hatin dûrxistin û şûna wan qeyûm hatin danîn. 

Dûrxistina şaredaran, bû sedema xwepêşandanên nerazîbûnê. 

Serokê Giştiyê CHPê Ozgur Ozel da xuyakirin, şaredarên navçeya Pilûrê, bi sedema beşdariya taziyeya malbata endamekî PKKê hatiye sizadan û ev sizadan bûye hincetê danîna qeyûmê. 

Ozgur Ozel got, şaredar li ser daxwaza dozger û efserên wê demê beşdarî merasîmê bûye û ev kiryara wezareta navxwe cihê şermezarî ye. 

Heta niha Şaredarên Colemêrg, Mêrdîn, Batman, Xelfetî û Dêrsimê yên Dem Partî, şaredarên Esenyurt û Pilura Dêrsimê yên CHPê hatine dûrxistin û şûna wan qeyûm hatine danîn. Medyaya nêzîkî desthilatê jî radigihîne, proseya danîna qeyûman dê berdewam be. 

 
Fly Erbil Advertisment