Serok Barzanî û Cemal Elzarî danûstandinan li ser dawî pêşhatên siyasî û ewlehî yên Îraqê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Pirojeya Niştîmanî ya Îraqê kir, her du aliyan di çarçoveya hevdîtina navbera xwe de ronahî berda ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 24.11.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Pirojeya Niştîmanî ya Îraqê Şêx Cemal Elzarî û şanda pê re kir.
Ew şand ji endamên Civata Nûnerên Îraqê, Endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê Xalid Sultan Haşim û Hemîd Kesar Elzubhî, pêk hatibû.
Baregayê Barzanî parve kiriye, di çarçoveya hevdîtina navbera wan de danûstandin li ser dawî pêşhatên siyasî û ewlehî yên Îraqê û giringiya hebûna peywendî û hevahengiyê di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de hatin kirin.
Herwesa her du aliyan ronahî berda ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê.