Desteya Pexşê Israîlê: Îşev Biden agirbesta navbera Israîl û Libnanê radigehîne

Başûrê Beyrûtê di dema bombebarana artêşa Israîlê de
Başûrê Beyrûtê di dema bombebarana artêşa Israîlê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Pexşê Israîlê parve kiriye, îşev Serokê Amerîkayê Joe Biden agirbestê di navbera Israîl û Libnanê de radigehîne.

Tevî berdewamiya êrîşên Israîlê li ser başûrê Beyrûtê di dema çend seetên borî de, li dû medyayên Israîlê, wesa xuya ye ku gehiştina bi lihevkirina agirbestê di navbera Israîl û Libnanê de nêzîk be.

Berpirsekî Israîlî ji bo ajansa France Pressê tekîd kir, “Civata Wezîrên Israîlê dest bi behskirina lihevkirinnameya pêşniyarkirî ya agirbestê di navbera Israîl û Libnanê de kiriye.”

Desteya Pexşê Israîlê parve kiriye, biryar e îşev Serokê Amerîkayê Joe Biden agirbestê di navbera Israîl û Libnanê de rabigehîne.