HSD Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kontrol dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyeyê ji Firokexaneya Navdewletî ya Helebê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ketin firokxaneyê û ew kontrol kirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 30î Mijdarê belav kir, piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyeyê ji Firokexaneya Navdewletî ya Helebê, hêzên HSDê ketin firokxaneyê û ew kontrol kirin.
Rewangehê da zanîn jî, piştî vekişîna hêzên rêjîmê ji xalên kontrolê yên li her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê (taxên Kurdan), hêzên HSDê ew her du xalên rêjîmê jî kontrol kirin.
Herwiha li gor zanyariyan, hêzên HSDê li taxên Hulika Jorin û Bistan Başa û devera pîşesazî Şêx Necar jî belav bûne û kontrol kirin.
Ev yek di demekê de ye, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê îro piraniya taxên bajarê Helebê ji destê artêşa Sûriyeyê û milîsên we bi wê ve kontrol kirin.