HSDê 5 bajarokên li parêzgeha Helebê xistin bin kontrola xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hejmarek gund û bajarokên Helebê xistin bin kontrola xwe.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyeyê û milîsên wan ji her du bajarokên şîenişîn yên Nibul û Zahraayê, YPGê ew her du bajarok xistin bin kontrola xwe.
Nubil û Zehraa du bajarokên şîenişîn in, di navbera Heleb û Efrînê de ne û ji dema krîza Sûriyeyê ya di 2011an de, ji aliyê milîsên Îranê ve dihatin parastin.
Herwiha Rewanghê belav kir, piştî ku hêz û milîsên rêjîma Sûriyeyê ji bajarokên Tel Hasil û Tel Eren û Dêr Hafir ve yên li rojhilatê Helebê vekişiyan, hêzên HSDê derbasî wan bajarokan bûn û kontrol kirin.
Bajarokên Tel Hasil û Tel Eren li başûrê rojhilatê Helebê ne û piraniya niştecihên wan Kurd in.
Jêderekî taybet ji herêma Şehbayê ji K24ê re got: “hêzên rêjîma Sûriyeyê û milîsên ser bi wê ve, ji herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê jî vekişane û tenê hêzên YPGê lê mane.”
Wî jêderî got jî: “Çekdarên ser bi opozîsyona Sûriyeyê ve li bajarokê Mar’iê kom bûne û amadekariyan dikin ku êrîşî ser bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê bikin, lê firokeyên şer ên Rûsyayê ew bombebaran kirin û gelek çekdar ji wan hatin kuştin.”
Bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ne û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne. Herwiha hin xalên hêzên rêjîma Sûriyeyê û hêzên Rûsî jî li wê herêmê hebûn.
Wî jêderî got jî, heta niha rewşa li bajarokê Til Rifet û Herêma Şehbayê bêdeng e, lê metirsî li ser xelkê û koçberan heye ku rastî êrîşên grûpên çekdaran bên û careke din ew koçber bibin.