Fuad Husên û Hakan Fîdan şerê li Helebê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser gurbûna aloziyan li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi rêya pêwendiyeke telefonî gotûbêj li ser pêşhatên nû yên li Sûriyeyê kirin. Lê derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehatin dayîn.
Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê duhî ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê û Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kontrol kirin. Herwiha hejmarek gund û bajarokên bakurê Hemayê jî kontrol kirin.
Artêşa Sûriyeyê jî got ku vekişîna wê ji çend eniyên li Heleb û Idlibê “demkî” ye û ew xwe ji bo êrîşeke berûvajî amade dike.