Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê li Îraqê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê dikin, herwesa tekezê li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 02.12.2024) pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.
Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev serkeftina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û encamên wê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kirin, herwesa tekez li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de jî kir.
Pêşxistina peywendiyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê û dawî pêşveçûn û guhertinên rewşa aloz a Sûriyeyê jî mijarên tewerekî din ê danûstandinên navbera wan bûn.