Dîndar Zêbarî: Kabîneya Nehem rûbirûyê gendelî bûye û çaksazî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Kabîneya Nehem ji bo baştirkirina jiyana welatiyan, rûbirûbûna gendeliyê û çaksaziyan, gavên girîng avêtine.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî îro 03-12-2024an, di 76emîn salvegera pesendkirina Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan de, konferansek taybet lidar xist.

Dr. Dîndar Zêbarî di axaftina xwe de got: “Ragihana Cîhanî ya Mafên Mirovan yekemîn belgeya navdewletî ye ku mafên bingehîn ên mirovan diyar dike ku mirovahî bi giştî jê sûdmend dibin.” 

Herwiha got: “Kabîneya Nehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî, ji bo baştirkirina jiyana welatiyan, rûbirûbûna astengiyên demdirêj û parastina mafên hemûyan û rûbirûbûna gendeliyê, gavên girîng avêtine.”

Dr. Dîndar Zêbarî da zanîn: “Kabîneya Nehem ji dema destbikarbûnê ve, diruşma çaksazî bilind kiriye, bi derxistina yasaya çaksaziyê ya jimare 2 ya sala 2020ê ji bo çareserkirina mûçe, dermale, bexşîn, îmtiyaz û xanenişînan li Herêma Kurdistanê û herwiha dabeşkirina dadperwerane ya samanên giştî.”

Diyar kir jî: “Di sala 2023’an de, 140 dosyayên gendeliyê hatine tomarkirin, ji wan 48 doz hatine çareserkirin û 31 jî bo dadgehê hatine vegerandin. Di sala 2023an de, hejmara giştî ya kesên ji aliyên dadgehên Herêma Kurdistanê ve hatina sizakirin (89) kes in, ku di rêz û meqamên cuda de ne. Di salên 2022 û 2023an de bi qasî (275) milyon dolar xerciyên nepêwîst kêm bûne, bi rêya avakirina sîstema rêveberiya darayî ya Herêma Kurdistanê.”

Derbarê nehiştina tundûtûjiya nav malbatê de jî Zêbarî got: “Îsal heta niha (18620) doz ji aliyê serdozgeriya giştî ve hatine tomarkirin û ji wan (10897) dosya hatine çareserkirin. Her wiha 313 haletên zewaca di temenê biçûk de û 8 haletên cudakariya zayendî hatine lêkolînkirin û rêkarên yasayî hatine girtin. 5 stargeh ji bo jinên metirsî li ser hene, hene ku niha 91 jin di nav wan de ne, ji wan jî 21 biyanî ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide pirsa beşdariya jinan di desthilatê de, bi taybetî di dadweriyê de. Di vî warî de ji 270 dadweran, 69 jin in, ji 205 dozgeran jî 58 jin in, ji bilî 189 lêkolînerên dadwerî.