Elî Ekber Wîlayetî: Em bawer nakin Tirkiye bikeve telha Amerîka û Israîlê

Opozisyona Sûriyeyê
Opozisyona Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ji ajansa nûçeyan a welatê xwe re ragehand ku, bawer nakin Tirkiye bikeve wê telhê ya ku Amerîka û Israîlê jê re danaye.

Ajansên nûçeyan ên Îranê îro (Sêşem, .3.12.2024) ji zarê Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Ekber Wîlayetî veguhastiye ku, ew bawer nakin Tirkiye bikeve wê telhê ya ku Amerîka û Israîlê jê re danaye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî jî ji wan welatên deverê re yên ku serdana wan kir got, “Haydar bin û hevahengiyê li ser livîna komên tundajo li Sûriyeyê bikin.”

Berdevka Wezareta Derve ya Qeterê jî ragehand, “Em bi hevpeymanên xwe re li deverê kar dikin ku bigehin çareseriyekê û wan şer û têkdanên ku li Sûriyeyê hene bidawî bînin.”

Ajansên nûçeyan ên Sûriyeyê ragehand, “Artêşa Sûriyeyê bi komên çekdar re li bajarê Hemayê di rûbirûbûneke tund de ye.”

Opozisyona Sûriyeyê jî ragehand, “Hêzên me ji çend bereyan ve gehiştine deriyê bajarkê Hemayê.”