Erdogan: Em rêyê li PKKê digirin ku feydeyî ji hevrikiyên Sûriyeyê werbigire
Navenda Nûçeyan (K24) - Di peywendiyeke tilefonî de, Serokê Komara Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Îraqê re tekezê li ser yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Sêşem, .3.12.2024) di peywendiyeke tilefonî de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re got, “Divê Rijêma Sûriyeyê bi awayekî rastîn tevlî piroseya siyasî ya welatê xwe bibe, ji bo ku rêyê li zêdetir alozbûna rewşê bigire.”
Erdogan herwesa di wê peywendiya tilefonî de tekez li ser serwerî û yekparçeyî û seqamgiriya Sûriyeyê kir û ragehand, “Enqere dê li ser vê pirsê bi Bexdayê re di peywendiyê de be.”
Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa got, “Tirkiye di çarçoveya parastina ewlehiyê de hemî rêkar û pilanan bi cih tîne, ji bo ku PKK feydeyî ji van pêşhat û alozî û hevrikiyên Sûriyeyê wernegire.”