Pentagon ji K24ê re: Amerîka naxwaze tevlî şerê navxwe yê Sûriyeyê bibe

Pat Ryder
Pat Ryder

Navenda Nûçeyan (K24) - Pentagon li ser rewşa Sûriyeyê bersiva K24ê dide û dibêje, “Hêzên Amerîkayê ji bo şkandina DAIŞê li Sûriyeyê ne.” Herwesa radigehîne, “Amerîka naxwaze tevlî şerê navxwe yê Sûriyeyê bibe.”

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder îro (Sêşem, 03.12.2024) di konferanseke rojnamevanî de bersiva peyamnêrê K24ê Îsa Hesen da, “Desteya Tehrîr Şamê komeke teroristî ye.” Herwesa got, “Amerîka ji bo şkandina DAIŞê li Sûriyeyê ye.”

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon)  ron jî kir, “Amerîkayê peywendî bi şerê navxwe yê Sûriyeyê ve nîne û herwesa naxwaze tevlî wî şerî bibe.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja Duşemê (02.12.2024) li ser rewşa Sûriyeyê û guhertinên bilez ên deverê peyamek parve kir û amaje da ku, nabe çi welat bê beranber peywendiyên xwe bi Rijêma Sûriyeyê re asayî bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî ragehand, “Hevpeymanên Amerîkayê li deverê peywendiyên xwe bi Rijêma Sûriyeyê re asayî dikin û ev jî qebûlkirî nîne.”