Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariyan pêşkêşî li koçberên vegeryayî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dehan malbatên koçber ên Efrînê ji bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê vedigerin malên xwe. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî pêşwaziya wan dike û pêdiviyên pêwîst û xizmetguzariyên bijîşkî pêşkêşî wan dike.

Endamê Tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Serbest Xelîl got: “Îro rojek taybet ji bo xelkê ku vedigerin ser mal û milkên xwe li Efrînê. Em jî wek tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, çi tîma alîkariyên lojistîk û çi tîma bijîşkî, em alîkariyan pêşkêşî wan dikin û em hel didin gotina Mela Mistefa Barzanî: Cihê şanaziyê ye ku mirov xizmeta miletê xwe bike, bicih bînin.

Piştî kontrolkirina Til Rifet û gundên herêma Şehbayê yên li bakurê Helebê ji aliyê grûpên çekdaran ve, bi dehhezaran koçberên Efrînê careke din koçber bûn û beşek ji wan vegeriyan Efrînê. Heta niha zêdetir ji 400 malbatan vegeriyane û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemû karînên xwe pêwîstiyên malbatên vegeryayî dabîn bike.

Endama Tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Şîrîn Hac Ebdo dibêje: “Em pêşwaziya malbatên ku ji Til Rifet û Şehbayê vedigerin Efrînê dikin. Em xwarin û vexwarinê pêşkêşî wan dikin. Kilînîka gerok jî amade ye û çareseriyên pêwîst û dermanan ji kesên nexweş re pêşkêş dike. Em Hêvîdar in hemû koçberên Efrînê vegerin ser cih û warên xwe.” 

Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê roja 30î Mijdara borî ketin bajarê Helebê û piraniya taxên bajêr xistin bin kontrola xwe. Piştre jî grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve êrîşî bajarokê Til Rifetê û gundên herêma Şehbayê kirin, di encamê de jî dora 200 hezar koçberên Efrînê yên ku di sala 2018an li wan deveran bicih bûbûn, careke din koçberî navçeyên cuda yên li rojhilatê çemê Firatê bûn û beşek jî vegeriyan Efrînê ser cih û warên xwe.