Tenê yek weşanxaneya Kurdî tevlî Pêşangeha Pirtûkan ya Enqereyê bûye

Enqere (K24) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 21emîn Fûara Pirtûkan ya Enqereyê birêve diçe. Di vê pêşangeha ku bi sedan weşanxane beşdar in de, tenê weşanxaneyeke Kurdî heye ku ew jî Nûbihar e. Berpirs û xwînerên Kurd jî daxwaz dikin hejmara weşanxaneyên Kurdî li pêşangehên wiha zede bibe.

21emîn Pêşangeha Pirtûkan ya li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hatiye lidarxistin bi qerebalixiyek mezin berdewam dike. Di vê pêşengeha ku bi sedhezaran pirtûkên zarokan, wêjeyên klasîk û destê duyem lê cih digrin de zêdetirî 250 weşanxane beşdar bûne. Lê belê digel qerebalixî û zêdebûna weşanxaneyan, tenê weşanxaneyeke Kurdî ku ew jî Nûbihar e di vê pêşangehê de heye.

Berpirsê li ber standa weşanxaneya Nûbiharê jî amaje dike, eleqe heye lê ew dixwazin di hemû standên pêşangehê de pirtûkên Kurdî cih bigrin.

Zubeyîr Tekîn ku li ber Weşanxaneya Nûbiharê ye dibêje, “Milet eleqeya wan heye, tên seyr dikin, kitêban jî dikirin. Ji bilî Zehrayê jî, kitêbên kurmancî tune ne. Lê em dixwazin di hemûyan de hebin. Kovareke me ya Nûbiharê heye ku di sala 1992an de derketiye. Kitêbên Ehmedê Xanî hene, kitêbên di derheqa jiyana pêxemberê me de hene, kitêbên helbestan hene. Di Rîsale-î Nûrê de yên Kurmancî hene.”

Di pêşangeha ku zêdetir pirtûkên zarokan û kitêbên serdemên klasîk hene de, li qadeke din jî pirtûkên destê duyem yên kevn jî hene ku xwendevan eleqeyê nîşanî wan didin.

Yucel Akyol ku xwediyê standê ye dibêje, “Li gorî sala borî, îsal gelekî baştir e û qerebalixî jî heye. Şaredarî jî xwendevanên dibistanan tînîn pêşangehê ku ev yek karê me jî zede dike. Em ji rewşê kêfxweş in.”

Ligel ku hin xwendevanên Kurd di pêşangehê de ji kêmasiya weşanxaneyên Kurdî bi gilî gazinc in, hin xwendevan jî kêfxweş in ku di pêşangehê de ew dikarin bi erzanî ji bo xwe pirtûkan bistînin.

Mehmet Comert ku yek ji xwîneran e jî dibêje, “Weşanxaneyeke tenê beşdarî pêşangehê bûye. Ez bawerim gelek xwendevanên Kurdî li Enqereyê hene lê weşanxaneyek ne bes e. Ez dixwazin gelek weşanxane beşdarî pêşangehên wiha bibin.”

Merve Yuksel  ku ew jî xwîner e dibêje, “Em her heft salên dawî tên vir. Her sal jî pêşangeh xweştir pêşve diçe. Min gelek nivîskarên Tirkiye û yên derveyî welet jî nas kirin. Ez wêneçîrokan kom dikim lê mixabin nirxê wan zedê ye. Wêneçîrokên ku van du salan min nikarîbû bikirim îro min bi erzanî 4 li ser hev kirîn ku ev jî cihê kêfxweşiyê ye.”