Tirkiye: Em qet rêyê nadin PKK rewşa Sûriyeyê bi kar bîne
![Avahiyê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/1733414994_kurdistan24.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Peywendiyên Giştî û Medyayê li Wezareta Bergiriyê Tirkiyeyê tekezê dike ku, welatê wî qet rêyê nade PKKê ku rewşa niha ya Sûriyeyê bi kar bîne.
Şêwirmendê Peywendiyên Giştî û Medyayê li Wezareta Bergiriyê Tirkiyeyê Zekî Akturk îro (Pêncşem, 05.12.2024) di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftiyane de tekez kir ku, welatê wî qet rêyê nade Partiya Kakerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku rewşa niha ya Sûriyeyê bi kar bînin.
Şêwirmendê Peywendiyên Giştî û Medyayê li Wezareta Bergiriyê Tirkiyeyê amaje jî da, “Tirkiye bi hûrî çavdêriya çalakiyên komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê li devera Helebê dike.”
Zekî Akturk ron jî kir ku, hêzên wan hemî rêkarên pêdivî ji bo parastina seqamgiriya deverê dane ber xwe û bi hevnerînên xwe re li deverê di peywendiyên berdewam de ne. Herwesa got ku, helwesta wan li ser PKKê ji bo hemî aliyan ron e û herwesa Enqere tekezê li ser yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pêr (Sêşem, 03.12.2024) di peywendiyeke tilefonî de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re got, “Divê Rijêma Sûriyeyê bi awayekî rastîn tevlî piroseya siyasî ya welatê xwe bibe, ji bo ku rêyê li zêdetir alozbûna rewşê bigire.”
Erdogan herwesa di wê peywendiya tilefonî de tekez li ser serwerî û yekparçeyî û seqamgiriya Sûriyeyê kir û ragehand, “Enqere dê li ser vê pirsê bi Bexdayê re di peywendiyê de be.”
Erdogan ji Sûdanî re gotibû, “Tirkiye di çarçoveya parastina ewlehiya xwe de hemî rêkar û pilanan bi cih tîne, ji bo ku PKK derfetê ji van pêşhat û alozî û hevrikiyên Sûriyeyê wernegire.”