Erdogan ji Esed dixwaze bi lez qeyranên Sûriyeyê çare bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan daxwazê ji Serokê Sûriyeyê Beşar Esed dike ku bi lez qeyranên Sûriyeyê çare bike.
Serokatiya Komara Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 05.12.2024) parve kiriye, “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya tilefonê ji Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres re ragehand ku, qonaxeke nû li Sûriyeyê hatiye pêş.”
Erdogan herwesa ji Guterres re gotiye, “Divê Hikûmeta Sûriyeyê bi gelê xwe re ji bo vedîtina rêçareyeke siyasî ya tevgir bigehe lihevkirinê.” Ew gotinên Erdogan jî piştî keftina bajarê çarê yê herî mezin ê Sûriyeyê (Hema) li ser destê çekdarên Bereyê Tehrîr Şamê hatin kirin.
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman duhî (Çarşem, 04.12.2024) tevlî boltena seet 01:00 ya K24ê bû û amaje da, “Hejmareke çekdarên girêdayî hêzên opozisyona Sûriyeyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike li Helebê tawanên şerî li beranberî welatiyên Kurd dike.”
Hêzên Opozisyona Sûriyeyê piştî nîvroya roja Înê (29.11.2024) çûne nav parêzgeha Helebê û ew û artêşa Sûriyeyê rûbirûyî hev bûn, di encamê de jî hejmareke taxên wê parêzgehê û deverên derdora wê kontirol kirin.