Penaberên Sûriyeyê li Hewlêrê bi keftina Rijêma Esed dilxweş in
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê îro (Yekşem, 08.12.2024) karî Dîmeşqê kontirol bikin û Beşar Esed neçarî revînê bikin, ku ev 24 sal in desthilat di destê wî de bû.
Penaberên Sûriyeyê li Hewlêrê jî ji ber wê yekê li beranberî Kela Hewlêrê kom bûn û dilxweşiya xwe bi keftina Rijêma Beşar Esed diyar kir û drûşm li dijî Esed gotin.
Piştî şer û aloziyên sala 2011ê li welatê Sûriyeyê, hejmareke zêde ya welatiyên Sûriyeyê aware bûn welatan xasma piştî serhildan û hatina Rêkxistina Terorsitî ya DAIŞê li sala 2014ê, ji wê hejmarê jî 264 hezar û 198 penaberên Sûriyeyî hatin Herêma Kurdistanê.
https://www.facebook.com/watch/?v=1956827844826578