Herêma Kurdistanê: Em hêvîdar in mafên hemî pêkhateyan di Sûriyeya nû de parastî bin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Sûriyeyê ragehand, “Em rêzê li biryar û îradeya xelkê Sûriyeyê digirin û em hêvîdar in Sûriyeya bê azad û aram û seqamgir be.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 08.12.2024) li ser rewşa Sûriyeyê ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Guhertinên bilez û keftina Rijêma Desthilatdar a Sûriyeyê serdemeke nû peyda kiriye.”
Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Em rêzê li biryar û îradeya xelkê Sûriyeyê digirin û em hêvîdar in Sûriyeya bê azad û aram û seqamgir be û mafên hemî gel û pêkhateyan tê de parastî bin.”
Hêzên opozisyona Sûriyeyê serê sibeha îro (Yekşem, 08.12.2024) çûn nav Dîmeşqê û desthilata 24 salî ya Rijêma Esed bidawî anî û heta niha jî çarenivîsa Esed diyar nîne.