CENTCOM: Me hejmareke bingehên DAIŞê li Sûriyeyê bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragehand ku, îro hejmareke bingehên DAIŞê li Sûriyeyê bombebaran kirine. Tekez li ser wê yekê jî kir ku, CENTCOM bi hevpeyman û hevparên xwe re li ser operasyonan ji bo nehêlana DAIŞê li deverê berdewam dibe.
Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Yekşem, 08.12.2024) di ragehandinekê de amaje da ku, ew rêyê nadin DAIŞ dîsa serê xwe hilde û feydeyî ji rewşa nexweş a niha ya Sûriyeyê werbigire.
Behsa wê yekê jî kir ku, pêdivî ye hemî hêzên Sûriyeyê wê yekê baş bizanin ku jêpirsîn pê re tê kirin, eger hevparî an piştgiriya DAIŞê bikin.
Di ragehandina CENTCOMê de hatiye, îro hêzên me hejmareke bingehên DAIŞê li nîva Sûriyeyê bombebaran kiriye, wê operasyonê bi rêya bikaranîna balafirên ji cûnê B52, F15 û A10 zêdetirî 75 armancan hingaftine.
Herwesa tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, wesa diyar e ku çi welatiyên sivîl di wê bombebaranê de nebûne qurbanî, herwesa CENTCOM bi hevpeyman û hevparên xwe re li ser operasyonan ji bo nehêlana DAIŞê li deverê berdewam dibe.