Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî serdana Şanişîna Behreynê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî serdana Şanişîna Behreynê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 09.12.2024) bi serdaneke fermî ber bi Şanişîna Behreynê bi rê keft.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanca wê serdanê “mukomkirina peywendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Behreynê de û danûstandinên li ser dawî pêşhatên deverê û Rojhilata Navîn e”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana xwe de, ku du rojan vedikêşe, bi berpirsên bilind ên Behreynê re dicive û danûstandinan li ser pirsên giring ên deverê dike, bi taybetî jî guhertin û pêşhatên Sûriyeyê.
Ev serdan wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Parek e ji bizavên berdewam ên Serokê Hikûmeta Hrêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û bihêzkirina peywedniyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê ye, bi taybetî bi welatên kendavî re.”