Mesrûr Barzanî: Di vê dema aloz de pêdivîtiya me bi danûstandinan û dostîniyê heye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya Xê di derheqa serdana xwe ya ji bo Behreynê de peyamekê parve dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 09.12.2024) peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de nivîsiye, “Ez serdana Şanişîna Behreynê dikim, ji bo ku em danûstandinan li ser alîkarî û ewlehiya deverê bikin. Di vê dema pirî alozî û nepiştrastiyê de, pêdivîtiya me bi danûstandinan û pêşxistina dostîniyê heye.”

https://x.com/masrourbarzani/thread/1866001038416789753

Pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di ragehandinekê de parve kiribû, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 09.12.2024) bi serdaneke fermî ber bi Şanişîna Behreynê bi rê keft. Armanca wê serdanê “mukomkirina peywendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Behreynê de û danûstandinên li ser dawî pêşhatên deverê û Rojhilata Navîn e”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana xwe de, ku du rojan vedikêşe, bi berpirsên bilind ên Behreynê re dicive û danûstandinan li ser pirsên giring ên deverê dike, xasma jî guhertin û pêşhatên Sûriyeyê.