Çekdarên opozisyona Sûriyeyê gehiştin Minbicê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serê sibeha îro (Duşem, 09.12.2024) çekdarên opozisyona Sûriyeyê gehiştin bajarkê Minbicê li Rojavayê Kurdistanê.
Li dû wan zanyarên ku bi dest Malpera K24ê keftine, şer û pêkdadanên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) û komên çekdar ên opozisyonê li bajarkê Minbicê berdewam in û komên çekdar nekariye wî bajarkî kontirol bikin.
Piştî herifandina Rijêma Sûriyeyê û kontirolkirina deverên li bin destê artêşa Sûriyeyê, ev cihê duyê yê sinorê desthilata HSDê ye ku komên çekdar ên opozisyonê êrîşê dikin ser. Li heftiya borî piştî kontirolkirina parêzgeha Helebê, wan êrîş kir ser bajarkê Til Rifetê û Hêzên Sûriyeya Demokrat xwe vekêşa.
Herwesa Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli jî di civîna firaksiyona partiya xwe de li Perlemana Tirkiyeyê gefên êrîşkirina ser Minbicê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê kirin û got, “PKK, YPG û PYD dijminên mezin ên Tirkiyeyê ne. Piştî keftina Til Rifetê, pêşveçûn ranawestin û êrîş ber bi Minbicê ve berdewam dibin.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî ji aliyê xwe ve parve kiriye, “Ji ber şer û pêkdadanan, 17 endamên hêzên HSDê û 9 çekdarên komên opozisyonê hatine kuştin, ku Tirkiye piştevaniya wan dike.”