Netanyahu: Îsraîl rûyê Rojhilata Navîn diguherîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje, “Îsraîl Rûyê Rojhilata Navîn diguherîne” piştî ketina desthilatdariya Beşar Esed.
Netanyahu duh êvarê 9ê Berçile di konferanseke rojnamevanî de li Qudsê got, Îsraîl “dijminên xwe gav bi gav tune dike” ku wî wek "şerê hebûnê yê ku li ser me hatiye ferzkirin” binav kir.
Got jî, rûxandina rêjîma Esed encameke rasterast bû ji ber tevgerên leşkerî yên Israîlê li dijî Îranê û milîsên ku Îran piştgirîya wan dike li herêmê, di nav de jî Hemas li Xezzayê û Hizbullah li Libnanê.
Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir, “Îsraîl rûyê Rojhilata Navîn diguherîne û dewleta Îsraîl pozîsyona xwe wek navendeke hêzê li herêma me îspat dike ku bi dehsalan wisa nebûye.”
Netanyahu amaje bi wê jî kir: “Em ê pêşhatan ji nêz ve bişopînin û ji bo parastina sînor û ewlehiya xwe, gavên pêwîst bavêjin.”
Herwiha da zanîn, ku wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku herêma tampon ya bêçekkirî li ser sînorê bi Sûriyê re, kontrol bike.
Serokwezîrê Îsraîlê piştrast kir jî, beşa bilindahiyên Golanê dê heta-hetayê bi ser Îsraîlê ve bimîne.
Di vê derbarê de, Netanyahu spasiya Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump kir, ku wî proseya pêvekirina Golanê di dema serokatiya wî ya yekem a di navbera 2017-2021 de, nas kiribû.