Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê û Behreyn xwediyên eynî qebxwazî û derfetan in

Mesrûr Barzanî û Şêx Nasir Bin Hemed Al Xelîfe
Mesrûr Barzanî û Şêx Nasir Bin Hemed Al Xelîfe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku, li ser avakirina peywendiyên dostane yên nabvera Herêma Kurdistanê û Behreynê berdewam dibin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî û Fermandeyê Zêrevanên Şahane yê Behreynê Şêx Nasir Bin Hemed Al Xelîfe re civiya.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her îro li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ez bi hevdîtina xwe ya bi birayê xwe Şêx Nasir Bin Hemed Al Xelîfe re dilxweş im.”

Mesrûr Barzanî di wê peyamê de amaje jî daye, “Herêma Kurdistanê û Behreyn xwediyên eynî qebxwazî û derfetan in; perwerde, kar û teknolojiya.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye, “Em li ser avakirina hevalîniya xwe berdewam dibin.”

 

 

Fly Erbil Advertisment