Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê gotgotkekê li ser saxlemiya Nêçîrvan Barzanî red dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne ku, ew gotgotkên li ser saxlemiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tên parvekirin ji rastiyê dûr in.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab duhî (Sêşem, 10.12.2024) ragehand, “Çend pêgehên torên civakî gotgotkek li ser saxlemiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî parve kiriye, em li vê derê radigehînin ku ew gotgotk ji her rastiyekê dûr in û Nêçîrvan Barzanî bi awayekî asayî erkên xwe bi cih tîne.”