Zêrîngerekî kurd ê Şamê: Rêjîma Beşar Esed kurê min kuşt û hemû mal û zêrên min talan kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Evdirehman Hisên zêrîngerê Hafiz Esadî û Beşar Esedî bû, lê rejîma Beis kurê wî kuşt, ew zindanî kir û beramber 100 kîlo zêr hate azadkirin û paşê neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û biçe Stenbolê. 

Ev çîroka diltezîn ya bazirganekî diyar ê Kurdekî Şamê ye û piştî dawîbûna rejîma Beşar Esed xwe amade dike vegere welatê xwe. Kurdistan24 wekî yekem medyaya Kurdî çûye mala wî bazirganî êş û xemên wî yên dema rejîmê û hêviyên wî yên piştî rejîmê digerîne. 

Dawîbûna rejîma Baas, wekî piraniya penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê wî jî kelecan kiriye, bi baldariyeka mezin rojeva welatê xwe dişopîne. 

Evdirehman Hisên ê 69 salî yê Kurdê Şamê, yek ji zêrîngerekî diyar û dewlemend ê Sûriyeyê bû. Lê rejîma Beas di destpêka şerê Sûriyeyê de kurê wî kuştiye û dest daniye ser mal û milkên wî. 

Evdirehman bi rijdî dibêje, şebihayên girêdayî rejîmê çav berdabûn mal û milkên wan û dixwestin kurê wî tevlî xwe bikin. Lê dema kurê wî qebûl nekiriye, baca vê helwestê bi canê xwe daye. 

Bav Evdirehman dema pey çarenûsa kurê xwe dikeve, rejîm wî jî digre û 40 rojan êşkenceyên giran li wî dike. Beramber azadkirina wî hemû zêrên li dikana wî jê tê xwestin. 

Ew piştî ji zindanê derdikeve, ji qeleblixiya şîna ber mala xwe fêhm dike ku kurê wî hatiye kuştin. 

Ev 13 sal in rondik çi çavên wan kêm nabin û tenê du daxwazên dayika wî hene. 

Şerê Sûriyeyê wekî ya vê malbatê bizhezaran çîrokên diltezîn li pey xwe hiştin. Belkî ew nikarin êşa qurbaniyên xwe jibîr bikin lê bi vegera welêt dixwazin qet nebe êşa xeribiyê dawî bikin.

 
Fly Erbil Advertisment