Sabrina Singh: Emê bi HSDê re ji bo têkbirina DAIŞê berdewam bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh got: “ Em bi HSDê re berdewam dibin ji bo têkbirina DAIŞê. Lê belê behsa şiyanên HSDê, hevalbendê Amerîkayê di têkbirina DAIŞê de nakin.”
Sabrina Singh îro 11ê Berçile di kongirekî rojnamevanî de got: “General Corella, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, serdanên xwe bo Sûriye û Iraq dewam dike. Pêwendiya General Corella bi Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin re berdewam e.”
Sabrina Singh diyar kir, çekên kîmawî yên Sûriyeyê, cihê nîgeraniya Amerîkaye û got: “Bala me li ser wan çekan e, ji ber ku ew cihê metirsiyê ye ku bikeve destê komên çekdar û aliyên xerab.”
Cîgira Berdevka Pentagonê got: “Em pêşwazî li daxuyaniyên Colanî dikin.” Herwiha tekez kir ku divê Colanî van gotinan di pratîkê de îspat bike.