Tenê 24 vîdyoyên Kurdistan24ê zêdetirî 100 milyon bîneran hebûn
Kurdistan24 yekane medyaya Kurdî bû ku gehişt nav Dîmeşqê
Navenda Nûçeyan (K24) - Di romala girêdayî rûdanên navxwe yên Sûriye û keftina Rijêma Esed de, zêdetirî 100 milyon kesan bînerên tenê 24 vîdyoyên Kurdistan24ê bûn.
Kurdistan24 wekî karê herdemî di romala pîşeyî û bêalî de ji bo rûdanan berdewam e û tenê di du heftiyan de, li gel gehiştina peyamnêrê Kurdistan24ê ji bo navenda Dîmeşqê û parvekirina nûçeya keftina Rijêma Esed, zêdetirî 100 milyon kesan bînerên tenê 24 vîdyoyên Facebooka Kurdistan24ê bûn.
Pabendiya dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê bi bingehên karê medyayî wesa kiriye ku, wergirt li navxwe û derveya Kurdistanê ji bo zanîna rastiya rûdanan û piştrastbûna ji nûçeyên sexte û yên rast, pişta xwe bi malper û medyaya civakî yên Kurdistan24ê germ bikin.
Herwesa di çend mehên borî de Kurdistan24, di romala hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, serhejmêriya giştî ya şêniyan li Îraqê û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de, wekî medyayek di rêzbendiya pêşiyê ya medyayan de bû û vîdyoyên wê yên zindî jî bi milyonan bîner hebûn.