Israîlê li dijî cebilxaneyên serbazî yên Sûriyeyê dest bi êrîşeke berfireh kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Israîlê di dema çend rojan de operasyoneke êrîşên asmanî li dijî jêrxaneya serbazî ya Sûriyeyê ragehand, û bi tevlîbûna 300 balafirên şerî nêzî 80% ya jêrxaneya serbazî ya Sûriyeyê herifand. Piştî keftina Rijêma Esed, Israîlê dest bi wê êrîşê kir û nêzî 500 caran Sûriye bombebaran kir.

Piştî keftina Rijêma Esed, bi behaneya nehêlana gefên li ser Israîlê, hêza asmanî ya Israîlê li dijî pêgeh û cebilxaneyên serbazî yên stratejîk ên Sûriyeyê li jêr navê Operasyona Tîra Milî dest bi êrîşeke berfireh kir, ku wekî mezintirîn êrîşa Israîlê bo ser jêrxaneya serbazî ya Sûriyeyê di dema 50 salên borî de tê hesibandin, vê yekê jî wesa kir ku şiyanên serbazî yên Sûriyeyê lawaz bibin.

Rijêma Sûriyeyê ya berê xwediya gelek şiyanên stratejîk bû, wekî 100 yekîneyên sîstema bergiriyê ji cûnên S200 û S300, sîstema BUK û Pantser û xwediya bi hezaran moşekan bû, herwesa Sûriye xwediya 278 balafirên şerî û helîkopterên MiG29, MiG21, MiG23 û Sukhoi24 û helîkopterên MI17 û gelek cûnên din bû, ku tevaya wan berhemên Rûsyayê ne.

Ji bilî wan jî, Sûriye xwediya pênc navendên berhemanîna çekê kîmyayî bû, lê di dema 48 seetan de hêza asmanî ya Israîlê bi tevlîbûna 350 balafirên şerî 480 caran jêrxane û navendên serbazî yên Sûriyeyê bombebaran kirin.

Li gor artêşa Israîlê, 15 keştî, sîstema bergiriyê ya asmanî û navendên berhemanîna çekî li 13 parêzgehên Sûriyeyê bombebaran kirine. Israîlê kariye 70-80% ji şiyanên Sûriyeyê pûç bike.

Piraniya keristeyên serbazî yên Sûriyeyê li Rûsyayê hatine berhemanîn. Ji bo ku artêşa Sûriyeyê dîsa bê avakirin, zêdetirî 10 salan vedikêşe. Tenê xerciya danana moşek û topavêj û parçeyên yedeg ên keristeyan nêzî yek milyar dolaran e.