SOHR: DAIŞê 70 kes li biyabana Sûriyeyê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê ji dema ketina rêjîma Beşar Esed ve 6 êrîş li biyabana Sûriyeyê pêk anîn û 70 kes kuştin ku 18 ji wan sivîl in.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) îro 15ê Berçile belav kir, “Tirs li ser vegera çalakiyên şanên DAIŞê zêde dibin, bi taybet piştî hêzên rêjîmê ji cihê û baregehên xwe reviyane û valahiya ewlekarî çêbûye.
Diyar kir jî, hejmara êrîşên DAIŞê li biyabana Sûriyeyê ji dema ketina rejîmê di 8ê Berçile de, gihîşt 6 êrîşan ku di encamê de 70 kes hatin kuştin, ji nava wan 52 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve û 18 jî sivîl in.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, şaneyên DAIŞê hejmarek ji leşkerên ku ji xizmeta leşkerî reviyane, li beyaban û Dêrezorê revandine.
Çekdarên opozisyona Sûriyeyê roja 8ê Berçile gihîştin Şamê û dawî li desthilata Beşar Esed anîn. Piştre jî leşkerên artêşa Sûriyeyê cihên xwe hîştin û artêşa Îsraîlê jî bi dehan êrîş li ser baregehên leşkerî li seranserî Sûriyeyê pêk anîn û şiyanên leşkerî yên Artêşa Sûriyeyê wêran kirin.