Serok Barzanî û Berhem Salih danûstandinan li ser mijarên niha yên Herêma Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Berhem Salih dike û pê re danûstandinan li ser mijarên niha yên Herêma Kurdistanê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 15.12.2024) li Pîrmamê pêşwaziya siyasetmedar û kesatiyê Kurd û Serokkomarê Îraqê yê berê Dr. Berhem Salih kir.
Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî rûdan û pêşhatên siyasî yên Îraq û deverê li hev guhertin.
Her li dû wê çavkaniyê, Serok Barzanî û Berhem Salih di wê hevdîtinê de danûstandin li ser mijarên niha yên Herêma Kurdistanê jî kirin.