Netanyahu: Di berjewendiya Israîlê de nîne rûbirûyî Sûriyeyê bibe

Netanyahu
Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê red dike ku rûbirûyî Sûriyeyê bibe û amajeyê dide ku di berjewendiya welatê wî de nabe. Herwesa dibêje, “Siyaseta Israîlê li dû pêşkeftina rewşan tê guhertin.”

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Yekşem, 15.12.2024) di daxuyaniyeke vîdyoyî de tekez kir, “Rûbirûbûna Sûriyeyê di berjewendiya Israîlê de nîne.”

Benjamin Netanyahu herwesa bal kêşa ser wê yekê jî ku, siyaseta Israîlê li beranberî Sûriyeyê li dû rewşa wî welatî tê guhertin.

Desthilatdarê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer’a ku wekî Mihemed Colanî navdar e îro (Yekşem, 15.12.2024) di nûtirîn daxuyaniya xwe de li ser êrîşên Israîlê bo ser Sûriyeyê dibêje, “Em derbazî nav hevrikiyeke nû nabin, tevî ku êrîşên Israîlê li ser Sûriyeyê berdewam jî bin, belkî bala me dê li ser avakirina welatê me be.”

 
Fly Erbil Advertisment