Pirtûkek li ser xweragiriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat parvekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Pirtûka “Mesrûr Barzanî Sembola Xweragirî û Rûbirûbûna Astengan” ji nivîsîna Rêbwar Hemelaw Şiwanî hat parvekirin.
Nivîser di her du bergên vê pirtûkê de behsa xweragiriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li beranberî arêşeyên siyasî û pilan û qebxwaziyan dike, herwesa ka çawa kariye biryarên durist ji bo paşeroja geş a xelkê Kurdistanê bide.
Nivîser dibêje, “Dibe ku pirtûkek bes nebe ji bo ku xeyal û cîhanbîniya Mesrûr Barzanî bê berçavkirin, xasma ji hingê ve ku ew bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.”
Nivîserî bizav kiriye di wê pirtûkê de, ku komkirina gotarên wî ye, dilsozî û wefa û xemxweriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo niştîman û xelkê wî û hilbijartina rêya durist a siyaseta desthilatdariyê û çarekirina arêşeyan û zêdetir pêşvebirina Herêma Kurdistanê û jêrxaneya wê di hemî kertan de berçav bike.
Xwandina vê pirtûkê ji bo lêkoler û xwendekaran pêdivî ye, ji ber ku bi hûrî û rastî behsa kar û pêngavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.