Pirtûka “Mesrûr Barzanî Hêza Dînemoya Şoreşa Çandinê û Çaksaziyê û Vejandina Aborî” hat parvekirin

Pirtûka "Mesrûr Barzanî Hêza Dînemoya Şoreşa Çandinê û Çaksaziyê û Vejandina Aborî"
Pirtûka "Mesrûr Barzanî Hêza Dînemoya Şoreşa Çandinê û Çaksaziyê û Vejandina Aborî"

Navenda Nûçeyan (K24) - Pirtûka “Mesrûr Barzanî Hêza Dînemoya Şoreşa Çandinê û Çaksaziyê û Vejandina Aborî” hat parvekirin.

Ev kitêb 478 rûpel e û tê de nivîser behsa bizav û pêngavên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di warên pêşxistina kertên çandinê, çaksaziyê û vejandina aborî de dike.

Di vê pirtûkê de fikirîn û nerîn û pêngavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingehên abor û çandinê yên giring ên Herêma Kurdistanê berçav kirine.

Nivîserê vê pirtûkê dibêje, “Ji bilî ku Mesrûr Barzanî xwediyê kesatiyeke bihêz û diyar a meydana siyasî ya Kurdistanê ye, di eynî demê de jî di dema pênc salên karî yên Kabîneya Nehê de pêngavên mezin û giring di rûbirûbûna gendelî û nedadperweriyê de avêtine, pêxemetî pêşxistina Kurdistanê di tevaya bingehan de.”

Nivîserî bi hûrî behsa wê yekê kiriye ku tevî hemî asteng û qeyranên di rêya Kabîneya Nehê de hatine danan, serpişka siyaseta Mesrûr Barzanî çaksaziya kiryarkî di tevaya waran de bû, ew jî rêyeke dijwar bû lê xweragirî û baweriya wî bi xwe û xelkê Kurdistanê karî bernameyên xwe di pêşxistin û dabînkirina zêdetir derfetên karî û pêşxistina kertê çandinê  de aborê Herêma Kurdistanê pêş bixe û warên wê yên cuda cuda berfirehtir û baştir bike.”

Xwandina vê pirtûkê ji bo lêkoler û xwendekaran pêdivî ye, ji ber ku bi hûrî û rastî behsa kar û pêngavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.