Konsulê Giştî yê Komara Çek Roja Alaya Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Berçile pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çek li Iraqê Jan Schnaidov kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Komara Çek li Hewlêrê Karl Kurtanek jî tê de amade bû, Balyozê Çek bi boneya Roja Alaya Kurdistanê pîrozbahî li Serok Barzanî kir. Her wiha serkeftina hilbijartinên meha Cotmeha borî ya Parlamentoya Kurdistanê jî li Serok Barzanî pîroz kir û hêvî xwest ku di diyaloga navbera aliyên siyasî de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê encamên baş bên bidestxistin.
Herwiha Balyozê Çek bal kişande li ser pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Çekya de û amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina wan pêwendiyan di warên cuda de nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna wî weke Balyozê nû yê Çekya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Her wiha behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Çek de kir û hêvî xwest ku ev peywendî zêdetir bipêş bikevin.
Di derbarê proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de jî, Serok Barzanî hêvî xwast ku diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de encamên wê erênî bin, ji bo pêkanîna kabîneya nû li gorî îstihqaqa aliyan.
Rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê, pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û paşeroja wî welatî, bi taybetî maf û rola kurdan li Sûriyeya paşerojê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.