Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê nîvroya îro (Sêşem, 17.12.2024) ragehandinek parve kir û tê de amaje da, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de bi Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê Jan Shneidauf re, zêdebarî pîrozbahiyan ji bo destpêkirina karî, hemî piştgiriya xwe û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.”

Balyozê nû yê Çîkê jî ji aliyê xwe ve xweşhaliya xwe bi serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser wê yekê jî kir ku, welatê wî bi giringî ve li peywendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dinêre, ji bo wê yekê jî kar dikin ku di hemî waran de berdewamiyê bi peywendiyan û alîkariyên hevpar ên navbera xwe bidin.

Herwesa peywendiyên Hewlêr û Bexda, rewşa Îraqê û dawî pêşhatên deverê bi giştî jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn, ku Konsulê Giştî yê Çîkê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûbû.

 
Fly Erbil Advertisment