Israîl: Tirkiye li ser wêrankirina jêrxaneya deverên bakurê rojhilatê Sûriyeyê berdewam e

Alaya Israîlê
Alaya Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Israîlê destdirêjiyên Tirkiyeyê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê şermezar dike.

Wezareta Derve ya Israîlê di ragehandinekê de amaje da, “Tundûtîjiya Tirkiyeyê li beranberî Kurdên Sûriyeyê çi behane nînin.”

Wezareta navbirî herwesa got, “Tirkiye bi rêya balafirên şerî û dronan li ser wêrankirina jêrxaneya deverên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê berdewam e.”

Her wê çavkaniyê tekez jî kir, “Tirkiye bi awayekî bernamekirî li ser dagirkirina erdê Sûriyeyê berdewam e, ev pirose li sala 2016ê hatiye destpêkirin û heta îro jî berdewam e.”

Wezareta Derve ya Israîlê eşkere jî kir, “15% ya axa Sûriyeyê di bin kontirola Tirkiye û komên nêzîkî wî welatî de ye, lewma jî Tirkiye dawî welat e ku maf hebe behsa dagirkirinê li Sûriyeyê bike.”