Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê dike

Mesrûr Barzanî  û Jan Snaidauf
Mesrûr Barzanî û Jan Snaidauf

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 18.12.2024) pêşwaziya Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê Jan Snaidauf kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û giringiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hatin kirin.”

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Balyozê nû yê Çîkê li Îraqê kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî de jê re kir.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Balyozê Çîkê heza zêdetir pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.”

Çarekirina arêşeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê jî mijarên tewerekî din ê wan danûstandinan bûn.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment