Şereteqe li nav avahiyê Civata Parêzgeha Kerkûkê çê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber rêgiriya li hatina hundir a Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê, şereteqe li nav avahiyê civatê çê bû.
Çavkaniyekê ji Civata Parêzgeha Kerkûkê ji peyamnêrê K24ê Hêmin Delo re ragehand, “Berî nîvroya îro (Çarşem, 18.12.2024) di dema hatina hundir a Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Îbrahîm Haviz de di deriyê duyê yê avahiyê parêzgehê re, ku girêdayî hatina hundir a welatiyan e, zêrevanên wî cihî ku Parêzgerê Kerkûkê Rêbwar Teha danane rê li Serokê Civatê û zêrevanên wî girt.”
Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Di encama wê rêgirtinê de, şeredev di navbera zêrevanên wî derî û zêrevanên Serokê Civatê de çê bû, paşî bû şereteqe û her du aliyan çek li beranberî hev bi kar anî.”
Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Piştî wê rûdanê, deriyên avahiyê Civata Parêzgehê hatin daxistin.” Amaje jî da, “Serokê Civatê gefên anîna hêza Heşda Şebî kirine, lê piştî bizavên parêzgerî û lêkolînên li ser wê rûdanê, rewş hat hêminkirin û kar ji bo çarekirina wê arêşeyê tê kirin.”