Erdogan: Em baskên PKKê li Sûriyeyê nahêlin

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê di nav balafira xwe de di dema vegeriyana xwe ya ji Qahîreyê bo Enqereyê de ragehand, “Tirkiye tevlî avakirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê dibe û di nêzîktirîn dem de tevaya rêkxistinên çekdarî jî tên pûçkirin.”

Erdogan ku ji bo tevlîbûna di lûtkeya heşt welatên nûgehiştî de çûbû Misirê, piştî bidawîhatina wê lûtkeyê, îro (În, 20.12.2024) li ser rêya vegera xwe ya ji bo Tirkiyeyê di nav balafirê de ji rojnamevanan re axivî.

Erdogan ji rojnamevanan re ragehand, “Di Sûriyeya nû de çi kom û rêkxistin bi navê rêkxistinên terorî nînin, dem li ber PKKê û dar û destên wê nemaye. Em di nêzîktirîn dem de rêkxistinên teroristî yên wekî DAIŞ, PKK û YPGê pûç dikin.”

Erdogan di derheqa yekparçeyîya Sûriyeyê de jî got, “Bi behaneya DAIŞê, berevanî û bergirî ji baskên PKKê tê kirin. Vê nerînê Sûriye bir ser lêva parvebûnê, lê niha rewş hatiye guhertin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir, “Em tevaya gefên terorê didin aliyekî, paştir jî em pêngaveke din diavêjin û peywendiyên xwe yên bazirganî bi Îraq û Sûriyeyê re zêdetir pêş dixin, ji ber ku qonaxeke nû hatiye pêş.”